Li Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî hezar û 300 kes hatin darvekirin

Kampanya "Sêşema na ji cezayê darvekirinê re" diyar kir ku ji destpêka salê û vir ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdeyî hezar û 300 kes hatin darvekirin.

Kampanyaya "Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re" derbarê rewşa darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî kampanyayê ji serê sala 2025'an û vir ve hezar û 313 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Her wiha hate gotin ku cezayê darvekirinê bi ser girtiyê siyasî Reza Ebdal hatiye sepandin. Li gorî kampanyayê girtiyên bi navê Îhsan Efrişte û Mehdî Ferîd jî girtîgeha Evîn ji bo cihek nediyar hatiye veguhestin û metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser wan heye.

Li gorî heman daxuyaniyê rejîma Îranê cezayên darvekirinê zêde kiriye û hewl dide hemû dengên azad qut bike.